Înisyatîfa Erebî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan duh ( 3’yê Îlon) semînerek li ser sîstema Zoomê lidar xist. Semîner bi sernavê “Aştî û Civaka Demokratîk” di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi rê ve çû. Akademisyen û rewşenbîrên Ereb û Kurd ên ji Misr, Lubnan, Iraq, Sûriye û Tunisê beşdar bûn.
Semîner ji aliyê Lêkolînerê û Pispor Kar û Barê Rojhilata Navîn û siyasetên nasnameyan Dr. Taha Elî Ehmed ve hate birêvebirin. Kesayetên bi bandor wekî lêkolîner û hikqûqnasa ji Tunisê Lubna Bin Ebdullah, balyozê berê yê Misirê Şerîf Şahîn, pisporê zanista civakî Dr. Husnî Ehmed Mistefa, mamosteyê fikrê siyasî û têkiliyên navneteweyî yê ji Lubnanê Dr. Raid El Misrî beşdarî semînerê bûn.
Endama Komîteya Têkilî û Itîfaqên Siyasî ya Kongreya Star Emîne Osê û Koordînetorê Inisyatîfa Erebî û rojnamevanê Misrî Îlham El Milêcî, her wiha çalakvanê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Nibad Xalid jî beşdarî semînerê bûn.
Di semînerê de beşdaran guhertinên bingehîn di têkoşîna Rêber Abdulah Ocalan û asoyên çareseriya pirsgirêka Kurd, rola projeya neteweya demokratîk di çareserkirina aloziyan de û helwesta herêmî û navneteweyî ya girêdayî pirsgirêka kurdî nîqaş kirin. Di heman demê de rola jinan di pêkanîna aştî û civaka demokratîk û mijara entegrasyona demokratîk de di xeta pêkanîna baweriya di nava çandan û pêkhateyan de, her wiha rola wê di pêkanîna çanda jiyana hevbeş, hatin nîqaşkirin.
Di nêrînên beşdaran de girîngiya stratejiya nû ya ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destnêşankirin, hatin rojevkirin. Di heman demê de girîngiya nêrîna jiyana hevbeş a di nava pêkhateyên herêmê de wekî xaleke sereke hate nirxandin. Beşdaran diyar kir ku Kurd nikarin bêyî gelê Ereb û gelê Ereb bêyî gelê Kurd bijîn. Hate gotin, çareseriya pirsgirêka Kurd jî li ser guhertina qanûnên navneteweyî û pêşxistina rola jinan û di veguhertina ji şerê çekdarî ber bi siyaseta demokratîk ve dê pêk were.
Beşdaran bang kir ku dewletên neteweyî kir ku li qanûnên xwe vegerin û xalên girêdayî hevbeşî, lêborîn, belavkirina xêr û bêran a wekî hev di ber çavan re derbas bikin. Di heman demê de girîngiya rola jinan di pêşxistina siyaseta aştiya demokratîk de wekî xaleke sereke hate nirxandin.